2 kes li se rêya Şam - Siwêda hatin kuştin û 6 birîndar bûn

Welat TV - Hewlêr

Baseke veguhestina rêwiyan li ser rêya Şam – Siwêda hate gulebarankirin, û 8 kes bûne qurbanî.

Jêderên xwecihî da zanîn ku îro baseke veguhestina rêwiyan li ser rêya Şam – Siwêda hate gulebarankirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûne 

Jêderan diyar kir ku kesên birîndar bo nexweşxaneyên Siwêdayê hatine veguhestin û rewşa wan di bin çavdêriyê de ye.

Li gorî wan jêderan, êrîş li deverên di bin kontirola hêzên ewlehiyê yên Sûriyê de hatiye encamdan.

Di vê derbarê de, parêzgeha Siwêdayê da zanîn ku grûpeke derveyî yasayî êrîşî basê kiriye û aliyên peywendîdar dest bi lêkolînan kirine.