Iraq biryara bidarvekirina welatiyekî Sûrî dide malbat jî hûrgiliyan diyar dike
Welat TV - Hewlêr
Dadgeha Necef a Iraqê biryara bidarvekirina welatiyê Sûriyê yê bi navê Mihemed Silêman bi tometa terorê da.
Malbata Mihemed ku ji Himsê ye, ji medya Sûrî re got, "Kurê wan destpêka îsal ji ber belvkirina vîdyoyeke serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ li ser Facebookê hatiye girtin".
*Malbat: "Kurê me hatiye îşkencekirin"
Malbatê got jî, "Hêzên Iraqî vîdiyoya proseya dîlgirtina çekdarekî tevgera Nuceba a Iraqî ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyê ve di mobayla kurê wan de dîtiye û ji ber wê yekê kurê wan hatiye îşkencekirin û bi tawana terorê hatiye dadgeh kirin, û biryara darvekirinê hatiye dayîn".
*Iraqê red dike
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê ew yek red kir û got, "Mihemed li ser torên civakî pesna Ebû Bekir Bexdadî daye, kuştin û handana li ser kuştina endamên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li navçeya Tarimiye ya Bexdayê daye".
Dadweriya Iraqê got jî, "Wî xwestiye tevlî DAIŞê bibe, her weha wêneya Îmam Elî şewitaniye û xwestiye fitneyê di nav civakê de çêbike".
*Sûriyê doseyê dişopîne
Rêveberê Karûbarên Erebî di Wezareta Derve ya Sûriyê, li ser rûpela xwe ya "X" nivîsandiye, "Ew wê dozê li gel hikûmeta Iraqê dişopînin".
Roja 23ê Çileya Îsal, Mihemed ji aliyê hêzeke Iraqî ve li kargeheke bajarê Necef hatibû girtin, piştî 8 rojan birayê wî Fuad hatibû vexwestin û ew jî hatibû girtin, lê piştî 6 mehan hatibû serbestberdan.