Ewlehiya Navxwe: Me 2 tawanbarên serdema rêjîma hilweşandî li Himsê girtin

Ewlehiya Navxwe: Me 2 tawanbarên serdema rêjîma hilweşandî li Himsê girtin
Ewlehiya Navxwe: Me 2 tawanbarên serdema rêjîma hilweşandî li Himsê girtin

Welat TV - Hewlêr

Ewlehiya Navxwe li Himsê ragihand ku 2 encamderên binpêkirinan ên serdema rêjîma hilweşandî hatin girtin.

Li gorî Rêveberiya Ewlehiya Navxwe li devera rojhilat a Himsê, wan li gel şaxê Jinavbirina Terorê operasyonek encam da û tê de Fêsel Me'rûf û kurê wî Ehmed Me'rûf hatin girtin.

Ewlehiya navxwe got jî ku "Wan tawanbaran binpêkirinên mezin li dijî sivîlan li Himsê di serdema rêjîma hilweşandî de encam dane" û serkirdayetiya grûpên bi ser rêjîmê ve di karên kuştin û girtinê de dikir.

Rêveberiya Ewlehiya Navxwe li Himsê diyar kir jî ku "lêkolîn li gel herdu tawanbaran têne kirin û dê bo dadgehê werin veguhestin".