Siyasetmedar: Doseya Sûriyê di destê Brîtanya de ye û divê Kurd peywendiyan baş bikin
Welat TV - Hewlêr
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Dr. Selah Hido da zanîn ku doseya Sûriyê di destê Brîtanya de ye û divê Kurd rola xwe bilîzin.
Dr. Selah Hido di çarçoveya beşdariyê di bernameya Rojeva Welat de got: Plandaner û serperştiyarê serekê ji projeya Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî, Brîtanya ye, lewma divê Kurd xwe jê re amade bikin û peywendiyên baş bi şêweyekî dîplomasî li gel wî welatî deynin.
Hido da zanîn, welatên lisîtikvan ên di Sûriyê de tenê fermana Birîtanya bi cî dikin, û divê Kurd li gel jêdera sereke serderî û peywendiyan bikin, ne li gel jêderên şaxî.
*"Divê Kurd şaşîtiyên xwe dubare nekin"
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Dr. Selah Hido da zanîn, divê Kurd şaşîtiyên xwe yên berê dubare nekin û sînaryoya 1910an dubare nekin, Kurd xwedî maf in, eger kesayetiyên guncaw yên pispor hilbijêrin û peywendiyên xwe li gel Brîtanya bihêz bikin, dikarin bigihin mafên xwe di welatekî serbixwe de, ew derfet jî niha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye.
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Dr. Selah Hido tekez kir, serdana Fermandarê HSD Mezlûn Ebdî bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina wî li gel Serok Mesûd Barzanî gavekî pir erênî bû, her weha konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî gelek baş bû û divê kar li ser were kirin, ji ber ku tiştekî Kurdan di pêvajoya Aştiyê de tune ye û dixwazin bi wî navî dozê wenda bikin.
*Elîko: Kurdan peywendî bi Brîtanya re bihêz nekirine
Ji aliyê xwe ve, serkirdeyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Fûad Elîko, got ku doseya Sûriyê ketiye destê welatên herêmî û navdewletî û rola Brîtanya li Rojhilata Navîn ya sereke ye.
Elîko diyar kir ku ta niha Kurdan peywendiyên xwe bi Brîtanya re bihêz nekirine, û li deriyê wê nedaye.
Serkirdeyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Fûad Elîko da zanîn, divê Kurd derfetê ji dest nedin, û kar li encamên konfiransa yekrêzî û yekhelwsta Kurdî bikin û bi hişmendî li gel hemû aliyên navdewletî bikin û ji mejiyê dijmantiyê bi dûr bikevin.