Girkê Legê.. Kirêçî û xwediyên dukanan ji nirxên kirêyan bigazin in
Welat TV - Hewlêr
Kirîna dukanan li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê, ne di karîna beşekî mezin ji welatiyan de ye, lewma ew berê xwe didin dukanên bi kirê.
Kirêya dukanan jî giran e û dukandar ji ber vê giraniyê bigazin in.
Kamîreya Welat TV li nava bazara Girkê Legê ev mijar ji nêzîk ve şopand.
Kirêçiyekî da zanîn ku li gorî cihê dukanê kirê jî tê guhertin, û kirêya mehane ji 50 dolarên Emerîkî ta 300 dolarî ye.
Lewend Mihemed ku xwediyê nivîsgeheke xanûberan e ji Welat TV re diyar kir: "Ji ber ku nirxên kirîna dukanan gelekî giran in, xwediyê dukanan jî daxwaza kirêyeke zêde li kirêçiyan dikin".
kirêçî û xwediyên dukanan ji nirxên kirê ne razî ne, û herdu alî jî daxwazê ji aliyên pêwendîdar dikin ku ev pirsgirêk were çareserkirin bê ku ziyan bigihe kesî.