Goristaneke bikom li Hemayê hate dîtin
Welat TV - Hewlêr
Goristaneke bikom li gundewarê Hemayê, tê de 4 paşmayên terman hene, hate dîtin.
Tîmên Berevaniya Sivîl îro 2yê Mijdara 2025an, da zanîn, ku goristaneke bikom li gundê Esreya li gundewarê Hemayê hate dîtin, û 4 paşmayên terman ên kesine nenas tê de hene.
44 goristan
Li gorî dawîn amarên rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ku hefteya bûrî belav kirbûn, piştî hilweşîna Rêjîma Esed 44 goristanên bikom li Sûriyê hatine dîtin.
Rewangehê da zanîn, 2 hezar û 830 term ji wan goristanan hatine derxistin.
*Nûçeyên li ser goristanên bikom di vê lînkê de bibîne û bixwîne