Gundewarê Şamê.. Derdora 35 hezar hebên kaptagonê di gorekê de hatin dîtin

Gundewarê Şamê.. Derdora 35 hezar hebên kaptagonê di gorekê de hatin dîtin

Welat TV - Hewlêr

Zêdetirî 300 tûrên heşîşê û derdora 35 hezar hebên kaptagonê di gorekê de li Gundewarê Şamê hatin dîtin.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên wê 323 tûrên heşîşê û derdora 35 hezar hebên kaptagonê ku di gorekê de li devera Zebedanî veşartî bûn, desteser kirin.

Wezaretê diyar kir ku lêkolînên di vê derbarê de berdewam in ji bo standina rêkarên yasayî.

Beriya du rojan jî, Wezareta Navxwe da zanîn ku hêzên wê, 123 hezar hebên hişbir ji curên cuda li Idlibê desteser kirin.