Fîdan: Divê P.K.K li Sûriyê û Iraqê jî çekan deyne
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fidan got ku divê PKK li Sûriyê û Iraqê çekan deyne.
Hakan Fîdan îro di kongireke rojnamevanî ya hevbeş de li gel wezîrê derve yê Iraqê Fûad Hisên, ev yek ragihand.
Wezîrê Derve yê Turkiyê got ku biryara PKK a xwehilweşandinê "bê guman pêşhateyeke erênî ye" û rawestandina çalakiyên wê yên çekdarî li Turkiye tiştekî gelekî giring e.
Got jî: "Xwestek û pêşbîniya me ew in ku rêxistin helmeta xwe ya çekdarî û çalakiyên xwe li Iraqê jî bi dawî bîne, û ji deverên ku li wir dagîr kirine vekişe. Her weha ji deverên ku li Sûriyê jî dagîr kirine vekişe".
Li goî gotina Fîdan, "xwehilweşandina PKK gelekî giring e ji bo aramî û ewlehiya deverê û qedexekirina destwerdanên derekî".
►Her weha Bixwîne.. Fîdan: Divê lihevtêgihiştinên rêkeftina 10ê Adarê werin bicîkirin