Navxweya Sûriyê encamên lêkolînên derbarê revandina jinan li Beravê ragihandin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Sûriyê encamên lêkolînên derbarê rewşên revandina jinan li Beravê ragihandin û diyar kir ku komîta lêkolînan 42 rewş şopandine.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyê Nûredîn El-Baba îro di kongireke rojnamevanî de encamên lêkolînan ragihandin.
El-Baba got ku karê Komîta Lêkolînan parêzgehên Laziqiyê, Tertûs, Hims û Hemayê li xwe girtin:
"Komîtê di heyama sê mehan de 60 rûniştin encam dan û serederî li gel 42 rewşan kir".
*Encamên Lêkolînan
Li gorî berdevkê Wezareta Navxwe, Komîtê tomarên fermî yên giliyên kesûkarên qurbaniyan vegerandin, û li gel jin û keçên pêwendîdar û kesûkarên wan axivî û "diyar bû ku 41 rewş ji van giliyan ne rewşên revandinê bûn".
Her weha diyar kir ku hûrgiliyên ku komît gihiştiye wan ev in:
"12 ji wan, rewşên revîna dilxwazane li gel hezkiriyan bûn. 9 rewşên veşartina demkî û kurt bûn li gel kesûkar yan hevalan bûn.
9 ji ber tundûtûjiya malbatî reviyabûn. 6 rewşên derew bûn li ser soşyal Medyayê. 4 rewşên girêdayî laşfiroşî yan jî ibtîzazê bûn. 4 rewş li cem aliyên pêwendîdar li ser tawanan hatine girtin.
Bi tenê yek rewşa tawana revandina rasteqîne hate tekez kirin, û piştî şopandina dezgehên ewlehiyê, ew keç bi silametî hate vegerandin, û hîn lêgerîn ji bo eşkerekirina nasnameya encamderan berdewam e".
*Belgekirina revandina jinan li Berava Sûriyê
Di Hezîrana bûrî de ajansa "Reuters" raportek derbarê revandina keç û jinan li parêzgehên Tertûs, Laziqiyê û Hemayê belav kiribû.
Li gorî amarên ku raportê belav kiribûn, 33 rewşên revandina jin û keçan ku temenên wan di navbera 16 -39an de ne, hatine belavkirin û "ji pêkhateya Elewî ne".