Hema.. Xwepêşanderan biryara bilindkirina nirxên elektrîkê red kir

Hema.. Xwepêşanderan biryara bilindkirina nirxên elektrîkê red kir
Hema.. Xwepêşanderan biryara bilindkirina nirxên elektrîkê red kir

Welat TV - Hewlêr

Li gundewarê Hemayê xwepêşandan li dijî biryara Hikûmeta Sûriyê a bilindkirina nirxên elektrîkê derketin.

Îro li bajarê Selemiyê li gundewarê Hemayê hejmareke berfireh ji welatiyan, xwepêşandan li pêş Dezgeha elektrîkê li dar xist.

Xwepêşanderan biryara Hikûmeta veguhêz a derbarê bilindkirina nirxên elektrîkê red kir.

Her weha siloganên derbarê têkçûna rewşa jiyanê bilind kirin û banga pûçkirina biryara bilindkirina nirxên elektrîkê kir.

Berya çend rojan Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê biryara bilindkirina nirxên elektrîkê derxist, û ev yek bû cihê nerazîbûna kolana Sûrî.