Erdogan: Ecindeyên cudabûnê tiştekî bi ser naxin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan diyar kir ku piroseya aştiyê li Turkiyê dê bi erênî bandorê li tevaya deverê bike.
Erdogan ev yek piştî civîneke hikûmeta Turkiyê li Enqerê ragihand û got: Ne tenê gelê Turkiyê lê birayên me li Sûriyê û Iraqê dê sûdê ji ”Turkiya bêteror bibînin”.
Receb Teyib Erdogan da zanîn ku "ew tu awayekî ji terorê ne li welatê xwe û ne jî li welatên cîran qebûl nakin".
Li gorî serokê Turkiyê, "teror, tundûtûjî, çek û ecindeyên cudabûnê" tiştekî bi ser naxin û sûdê li tu kesî nakin.
Her weha bixwîne: Fîdan: Divê P.K.K li Sûriyê û Iraqê jî çekan deyne