Sûdanî: Hemahengî di navbera Sûriyê û Irqaê de heye ji bo rûbirûbûna DAIŞê
Welat TV - Hewlêr
Serokwezîrê Iraqê da zanîn ku hemahengiya ewlehî di navbera wan û Sûriyê de heye û wan komîteyek ava kiriye ji bo nûjenkirina hêla petrolê ya Kerkûk – Baniyas.
Mihemed Şiya´ Sûdanî ev yek ji ajansa Reuters re ragihand û diyar kir ku ewlehî û aramiya Sûriyê û Iraqê girêdayî hev in û hevkarî û hemahengî di navbera wan de heye ji bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞ a terorîst.
Sûdanî got jî ku wan komîteyek ava kiriye ji bo nûjenkirina hêla petrolê ya Kerkûk – Baniyas.
12 Tebaxê, Sûriyê û Iraqê rewşa hêla petrolê ya Kerkûk – Baniyas gengeşe kir û li ser destnîşankirina tîmên teknîkî û şêwirî li hev kir, ji bo nerxandina wê hêlê.
Hêla Kerkûk - Baniyas di sala 1952an de hatiye avakirin, bi dirêjahiya 800 kîlomtran e û rojane 300 hezar bermîl petrol tê de dihate şandin.
Her weha bixwîne: Serokwezîrê Iraqê: Derdora 500 endamên DAIŞê li Sûriyê hene