Efrîn.. Du welatiyên bitemen di bûyereke hatinûçûnê de birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
Di encama bûyereke hatinûçûnê de li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, du welatiyên bitemen birîndar bûn.
Jêderekê ji Welat TV re got, her yek ji welatiyên bitemen Elî Berazî û Remedan Hisên Sîdo di wê bûyerê de birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Jêderê da zanîn, bûyer îşev 4ê Mijdara 2025an, li destpêka rêya sereke ya bajêr rû daye, û ziyanên madî jî hatine tomarkirin.
Herdu welatiyên navbûrî ji şêniyên gundê Tirmûşa yê navçeya Şiyê ne û niha li nexweşxaneya Ekadîmî li Cindirêsê çareseriya xwe dibînin.