Ehmed Hesen: Bi sedan girtî hene û zimanê Kurdî vegeriyaye dibistanên Efrînê

Welat TV - Hewlêr 

Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen diyar kir ku ta niha bi sedan ji welatiyên Efrînê girtî ne, û daxwaz kir ku rûpeleke spî vebibe û zîndan werin spîkirin.

Li ser pirsa wêneyên welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Elî ku Beriya demekê li ser torên civakî belav bûbûn û rastî eşkenceya tund li zîndanên çekdarên artêşa Niştîmanî li Efrînê hatiye, Ehmed Hesen di çarçoveya beşdariya xwe di bernaeya Rojeva Welat de got, Mixabin weke wî bi sedan hene bê guneh ta niha girtî ne, û çarenivîsa wan ne diyar e, hemû zîndan li seranserî Sûriyê spî bûne tenê zîndanên Efrînê spî nebûne.

*"Binpêkirin berdewam in"

Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen diyar kir ku binpêkirin li Efrînê ji aliyê paşmayên çekdaran ve berdewam in, û li hin gund û navçeyan serkirdeyên berê yên çekdaran vegeriyane da ku dizî û binpêkirinên xwe encam bibin û malên xelkê desteser bikin.

*"Zimanê Kurdî vegeriyaye"

Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen, got, zimanê Kurdî vegeriyaye dibistanên Efrînê lê diviyabû bi biryarekê ji serokê Sûriyê ba, ne tenê di giştnameyekê ji wezîrê perwerdeyê be.

*"Çarenivîsa Efrînê bi Rojavayê Kurdistanê re ye"

Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen tekez kir ku divê em ji mafên xwe neyên xwar û em her dem banga mafên xwe bikin û çareseriya rewşa Efrînê, bi Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye, ew jî di çarçoveya şanda Kurdî ya ku ji konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya 26ê Nîsanê derketiye.