Hikûmeta Veguhêz mûçeyên beşekî ji fermanberên Hesekê û Reqayê dabeş dike
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dest bi dabeşkirina mûçeyên derengketî yên fermanberên Hesekê û Reqayê dike.
Wezareta Birêvebirina Xwecihî û Jîngehê ragihand ku wan dest bi dabeşkirina mûçeyên 3622 fermanberên Hesekê û Reqayê piştî çend mehan ji rawestandinê, kir.
Di vê derbarê de Mihemed Inciranî wezîrê Birêvebirina Xwecihî û Jîngehê di daxuyaniyekê de got ku weke gavekê ji bo bihêzkirina aramiyê, wan biryar da ku mûeçyên hejmarek ji fermanberan li Hesekê û Reqayê werin dabeşkirin.
Ji deme hilweşandina Rêjîma Esed ve, fermanberên Hikûmî di tevayê kartan de li Hesekê û Reqayê rastî zehmetiyên wergirtina mûçeyên xwe yên mehane tên.
في خطوة نؤمن بأهميتها لتعزيز الاستقرار ودعم من يستحق، وجهنا بصرف رواتب عدد من الموظفين في الحسكة والرقة.
— محمد عنجراني (@Mohamad_anjrani) November 5, 2025
نحن مستمرون في إيصال الحقوق لأهلها لضمان استمرار العمل وتقديم الخدمات للناس في هذه المناطق. https://t.co/rbBEU49QiA