Sûriyê rêkefinên dawîn ji bo avakirina 4 westgehên elekitrîkê îmze kirin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê rêkefinên dawîn ji bo avakirina 4 westgehên elekitrîkê bi karîna 5 hezar Mêga Wat îmze kirin.
Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ragihand ku wê rêkeftinên dawîn li gel grûpa UCC Holding a navdewletî îmze kir, ji bo avakirina 4 westgehan li ser xaz û enerjiya rojê kar dikin.
Wezaretê diyar kir ku karîna wan westgehan 5 hezar Mêga Wat e û ew westgeh li Bakurê Heleb, Dêra Zorê, Gundewarê Şamê û Devera Naverast tên avakirin.
Wezîrê Enerjiyê Mihemed El-Beşîr da zanîn ku ev piroje gaveke balkêş e ji bo pêşxistina jêrxaneya Sûriyê û piştevaniya aramiya elekitrîkê.
Her weha bixwîne: Hikûmeta Sûriyê rêkeftinek bi nirxê 7 milyar dolar bi grûpa UCC re îmze kir