Serokwezîrê Libnanê: Serdema destwerdanê di karûbarên Sûriyê de bi dawî bû
Welat TV - Hewlêr
Serokwezîrê Libnanê da zanîn ku ew destwerdanê di Sûriyê de nakin û wan rûpela berê girt.
Newaf Selam ev yek di rûniştineke goftûgoyî di Lûtkeya Libnanê ya Teknolojiya de ragihand û diyar kir ku serdema destwerdanê di karûbarên Sûriyê de bi dawî bû.
Derbarê peywendiyên herdu welatan, Serokwezîrê Libnanê got ku wan rûpela berê bi Sûriyê re girt.
Newaf Selam da zanîn: Ew tekez dikin ku çek dê bi tenê destê hikûmetê de bin û piştevaniyeke Erebî û navdewletî heye ji bo vekşîna Israîlê bi temamî ji Libnanê.
Serokwezîrê Libnanê diyar kir ku ew kêfxweş in bi vegera Libnanê bo hemêza Erebî.
Her weha bixwîne: Kar ji bo çareserkirina doseya girtiyên Sûrî tê kirin