Sûriyê: Nûçeya avakirina bingeheke Emerîkî li Şamê dûr e ji rastiyê

Sûriyê: Nûçeya avakirina bingeheke Emerîkî li Şamê dûr e ji rastiyê

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku nûçeya avakirina bingeheke esmanî ya Emerîkî li Şamê dûr e ji rastiyê.

Jêderekê di Wezareta Derve ya Sûriyê de ji ajansa Sana re da zanîn ku nûçeya ajansa Reuters derbarê bingehên Emerîka li Sûriyê dûr e ji rastiyê.

Ev daxuyanî tê piştî ku duh Reutersê li ser zarê jêderekê da zanîn: Emerîka amadekariyan dike ji bo avakirina bingeheke leşkerî ya esmanî li Şamê.

Li gorî Reutersê, ew bingeh li Başûrê Şamê dê were avakirin di çarçoveya devereke bêçek de li Başûrê Sûriyê armanc ji avakirina wê çavdêriya rêkeftina ewlehî ya çaverêkirî di navbera Sûriyê û Israîlê de ye.

*Peywendiyên Sûriyê û Emerîka

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' di hevdîtinekê de li gel kenala "El-Şeriq" got: "Peywendiyên di navbera Sûriyê û Emerîka de stratejîk in”.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Emerîka Donald Trump da zanîn: Me sizayên ser Sûriyê li ser daxwaza Israîlê rakirin, û diyar kir ku ” El-Şeri´ pêşketineke mezin li Sûriyê encam daye û ew pê re gihiştiye lihevtêgihiştineke baş”.