Ezmûnên bawernameya bekelorya li Siwêdayê bi rê ve diçin
Welat TV - Hewlêr
Piştî çend mehan ji paşxistinê bi sedema şerûpevçûn û bûyerên Siwêdayê, careke din ezmûnan li parêzgehê dest pê kirin.
Li gorî zaniyariyan bêtirî 6000 xwendevanên herdu beşên wêjeyî û zanistî, berê xwe da navendên ezmûnan.
Rêveberiya Perwerdeyê li Siwêdayê, ezmûnan bê Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê bi rê ve dibe, Welat TV keşûhewaya yekem roja ezmûnên bekeloriya li Siwêdayê şopand.
Husam Qutrub mamosteyekî zimanê Inglîzî ye, li ser ezmûnan axivî û bang li civaka navdewletî kir ku danpêdan bi bawernameya xwendevanên parêzgehê were kirin.
Ji aliyê xwe ve hejmarek xwendevanan kêfxweşiya xwe bi destpêkirina ezmûnan derbirand û li gorî gotina wan ev gav derfeteke nû ye ji bo berdewamkirina pêvajoya wan a xwendinê.
Ta niha tu daxuyaniyên fermî ji aliyê wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê ve derbarê helwestê ji birêveçûna ezmûnên bekeloriya li Siwêdayê derneketine, lê beriya çend rojan parêzgarê Siwêdayê Mustefa Bekûr gotibû, her biryareke ji aliyekî derveyî kontrola Hikûmetê, neyasayî ye û danpêdan pê nayê kirin.