Elmanya 1906 daxwazên penaberiyê yên Sûriyan red kirine
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Elmanya zêdetirî 1900 daxwazên penaberiyê yên Sûriyan di Cotmeha bûrî de red kirin.
Nivîsgeha Fedralî ya Elmanî bo Karûbarên Koç û penaberan ragihand ku 1906 daxwazên penaberiyê yên Sûriyan di meha bûrî red kirine.
Ev rêje, berawerdî bi mehên bûrî re gelekî bilind e, ku ji destpêka 2025an ta dawiya Êlûnê bi tenê 163 daxwazên penaberiyê hatibûn redkirin.
*Biryrara vegerandina 2 penaberan hatiye standin
Beriya du rojan Ajansa Elmanî ya Nûçeyan DPA diyar kir, dadgeheke bajarê Dûsildorf ê Elmanî biryar da ku 2 penaberên Sûrî werin vegerandin bo Sûriyê, û daxwaza wan ji bo rawestanidina vê biryarê jî red kir.
*Serokê Elmanya: Sûriyê ne aram e
5 Mijdarê, Serokê Elmanya Frank-Walter Steinmeier hişiyarî ji vegerandina penaberên Sûrî bo welatên wan da û ragihand ku rewşa Sûriyê hîn ne guncaw e ji bo vegereke ewleh û birûmet û ew vegerandina wan di dema niha de red dike.