Keçeke ji Rojavaya Kurdistanê master bi pileyeke nayab bi dest xist
Welat TV - Hewlêr
Keçeke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê bawernameya master bi pileyeke nayab li zanîngeheke Elmanya bi dest xist.
Mîdya Şelal Gedo, bawernameya Master di Hikumranî û mafên mirovan de li Zanîngeha Loyfana a Elmanî bi pileya nayab bi dest xist.
"Baweriya min bi dadmendiyê kûrtir kir"
Mîdya ji Welat TV re got, "Xwendina mafên mirovan û sîstemên hikumraniyê ji min re weke geştekê bû û baweriya min bi wekhevî û dadmendiyê kûrtir kir û hêz da min ku bibe vedenga her dengekî ku hîn nehatiye bihîstin bim".
"14 sal in di warê mafên mirovan de kar dikim"
Mîdya Şelal Gedo da zanîn, "Ez 9 sal in li Elmanya dijîm û Ev 14 sal in di warê mafên mirovan de kar dikim, min kedeke berdewam kir, ta ku min mastera di Hikumranî û Mafên Mirovan bi dest xist".
"Ez dayîk û xwendevan im"
Mîdya Şelal Gedo got jî, "Ez dayîk im û li mal em wekhev in lewma min hevsengî di karê mal û xwendinê de kir, bi hêvî me xwendina xwe berdewam bikin û bibim doktor û ez ê vegerim welatê xwe û xizmeta miletê xwe bikim".
Mîdya Gedo ji şêniyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, li gel malbata xwe li Elmanya dijî.