Erdogan: Milyonek û 290 hezar penaberên Sûrî vegeriyane
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku milyonek û 290 hezar penaberên Sûrî ji Turkiyê vegeriyane warê xwe.
Ajansa Anadol daxuyaniyên Erdogan belav kirin ku hejmara penaberên Sûrî yên vegeriyayî gihiştiye milyonek û 290 hezar penaberî.
Ajansê diyar kir ku ev hejmar ji sala 2016an ve ye, û piştî ketina Esed rêjeya vegerê zêde bûye, û rojane veger heye.
*550 hezar penaber
Wezareta Derva ya Turkiyê destpêka mehê ragihandbû ku ji dema ketina rêjîma Esed, ji 8ê Berçileya 2024an ve, 550 hezar penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê.