Hunermend Rasim Bedirxan Beg klîpek bi navê Pêşmerge bi zimanê Erebî belav kir

Welat TV - Hewlêr

Hunermendê Kurd Rasim Bedirxan Beg vîdyo kilîpek bi navê Pêşmerge bi zimanê Erebî belav kir.

Strana Pêşmerge ji gotinên Inad El-Cabir in û derhênerê stranê jî Mesûd Maks e.

*Sedemên derxistina bi zimanê Erebî

Hunermend Rasim Bedirxan Beg bo Welat TV got, "Ev stran weke piştevaniyekê ji bo Pêşmerge û Serok Mesûd Barzanî ye. Min stran li ser Pêşmerge bi zimanê Erebî çêkir da ku dengê wan bighînim cîhanê".

Hunermend Rasim Bedirxan Beg diyar kir jî, "Ez stranekê li ser Barzaniyê Nemir amade dikim".

Hunermend Rasim Bedirxan Beg ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Elmanya dimîne.