El-Şeybanî diçe Brîtanya û danûstandinan li gel berpirsên wê encam dide

El-Şeybanî diçe Brîtanya û danûstandinan li gel berpirsên wê encam dide
El-Şeybanî diçe Brîtanya û danûstandinan li gel berpirsên wê encam dide

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî bi seredanekê diçe Brîtanya û danûstandinan li gel berpirsên wî welatî enacam died.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku El-Şeybanî îro Çarşemê di yekem seredana fermî de diçe Brîtanya.

Her weha diyar kir ku armanc ji seredanê encamdana danûstandinan li gel hejmarek berpirsên Brîtanî ye.

Her di vê derbarê de El-Şeybanî jî li ser platforma Xê belav kir ku "ev seredana bo Brîtanya li ser raspardeya serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' e, û em hêvî û xwestekên miletê Sûriyê li gel xwe hildigirin".

Roja Îna bûrî, Brîtaniya rakirina sizayan li ser serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' û wezîrê Navxwe Enes Xetab ragihandibû.