Parêzgeha Siwêdayê karê xwe veguhest bajarokê Siwera biçûk

Parêzgeha Siwêdayê karê xwe veguhest bajarokê Siwera biçûk

Welat TV - Hewlêr

Parêzgeha Siwêdayê karê xwe ji navenda bajêr veguhest gundewarê parêzgehê.

Parêzgarê Siwêdayê Mustefa Bekûr ragihand ku karê wan bi fermî li navenda nû ya parêzgehê li bajarokê Siwera biçûk dest pê dike.

Bekûr diyar kir ku navenda nû rojên Yekşem, Sêşem û Pêncşemê li pêş welatiyan vekirî ye.

Parêzgarê Siwêdayê got ku biryar dikeve di çarçoveya avakirina jîngeheke xizmetguzarî, pêşketîtirî û rihetir de.

Bajarokê Siwera biçûk û hin gund li rojava û bakurê parêzgehê ji dema êrîşa hêzên hikûmeta Sûriyê ser Siwêdayê ve, 13ê Tîrmeha 2025an, di bin kontirola wê de ne.