Netanyahu: Divê Başûrê Sûriyê devereke bêçek be da aştî çêbibe

Netanyahu: Divê Başûrê Sûriyê devereke bêçek be da aştî çêbibe

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrên Israîlê da zanîn ku eger devereke bêçek li Başûrê Sûriyê çênebe aştî li deverê dirust nabe.

Benjamin Netanyahu ev yek di hevpeyvînekê de li gel Rojnamevana Ustiralî Erin Molan re ragihand û diyar kir ku ya giring bo wî ew e ku serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehemed El-Şeri´ di avakirina deverek bêçek li Başûrê Sûriyê de alîkar be.

Li gorî Netanyahu, avakirina devereke bêçek li Başûrê Sûriyê takerê ye ji bo aştî û aramiyê li deverê.

Beriya niha jî, Serokwezîrê Israîlê di daxuyaniyekê de gotibû ku wan deverên çiyayê Şêx û yên din li Başûrê Sûriyê kontrol kirine, û êdî nema ji wan deveran vedikşin.

Mijara Başûrê Sûriyê di civîna Ehmed El-Şeri´ û Donald Trump de hate gotûbêjkirin, di vê derbarê de, Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku Trump tekezî li ser piştevaniya xwe bo rêkeftineke ewlehî di navbera Sûriyê û Israîlê de kir ji bo bihêzkirina seqmqîriya herêmê.

Her weha bixwîne: Rueters: Emerîka amedekariyan dike ji bo avakirina bingehekê li Şamê