Kuştî û birîndar di êrîşeke çekdarî de li gundewarê Himsê

Kuştî û birîndar di êrîşeke çekdarî de li gundewarê Himsê
Kuştî û birîndar di êrîşeke çekdarî de li gundewarê Himsê

Welat TV - Hewlêr

Di êrîşeke çekdarî de li gundewarê Himsê hejmarek kes hatin kuştin û birîndar jî hene û Wezareta Navxwe dibêje wê dest bi lêkolînan kiriye.

Şeva bûrî li gundê "Um Hartên" li gundewarê Himsê kesine nenas bi guleyan êrîşî kaftiryayekê kir.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got ku di encama wê êrîşê 2 kes hatine kuştin û 2 kesên din birîndar bûn.

Her weha got ku ew vê êrîşê "şermezar dikin" û wan dest bi lêkolînan ji bo eşkerekirin û girtina tawanbaran kiriye.

Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daye zanîn ku di wê êrîşê de 3 kes "ji pêkhateya Elewî" hatine kuştin.