Grûpeke dizan gule berdan du welatiyên Efrînê: "Yek bi giranî birîndar e"

Grûpeke dizan gule berdan du welatiyên Efrînê:

Welat TV - Hewlêr

Berbanga îro 16ê Mijdara 2025an, grûpeke dizan gule berdan du welatiyên Kurd li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, û yek ji wan bi giranî birîndar bû.

Jêderekê ji gund ji Welat TV re got, grûpeke dizan hewl da ku deriyê dukana wan a çakirina otombîlan li gundê Meydankê vekin, welatiyê bi navê Mehmûd Şukrî û kurê wî ku herdu li hundirê dukanê diman rê li pêş wan girtin, wê grûpê gule berdan wan.

Jêderê diyar kir, di encamê de, Mehmûd bi giranî di herdu lingên xwe de birîndar bû, bo nexweşxaneyeke  bajarê Efrînê hate veguhestin û rewşa wî ya tendirustî di bin çavdêriyê de ye.

Ew herdu welatî ji gundê Dumilya yê navçeya Raco ne li gundê Meydankê kar dikin.

►Her weha bixwîne.. Efrîn.. ENKS ecamdana tawanan şermezar dike û banga derxistina çekdaran dike