Ziyan hene.. Çekdarine nenas bombebyên destî avêtin 2 malan li Himsê
Welat TV - Hewlêr
Çekdarine nenas bombebyên destî avêtin 2 malan li Himsê û ziyanên madî hatin tomarkirin.
Jêderên xwecihî da zanîn ku çekdarine nenas 3 bombeyên destî avêtin 2 malan li taxa Kerem Zuytûn li bajarê Himsê û ziyanên madî yên mezin gihiştin wan malan bê ku ku ziyanên canî hebin.
Li gorî wan jêderan, ew mal ên 2 malbatan ji pêkhateya Murşidî ne û beriya niha ew malbat rastî êrîşên bi vî rengî hatibûn.
Di vê derbarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku ji destpêka salê ve, 378 kes li Sûriyê li ser bingeha taifî hatine kuştin.
Her weha bixwîne: Kuştî û birîndar di êrîşeke çekdarî de li gundewarê Himsê