Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalya li Iraqê rewşa Sûriyê û deverê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalya li Iraqê Nîkolo Fontana, rewşa Sûriyê û deverê gotûbêj kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got, şeva bûrî Nêçîrvan Barzanî û Nîkolo Fontana civiyan.
*Hilbijartinên perlemana Iraqê
Di civînê de Pêwendiyên Îtaliya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin, her weha, behsa hilbijartinên perlemana Iraqê hate kirin û herdu aliyan kêfxweşiya xwe bi serkeftina proseya dengdanê û hilbijartinan derbirand.
*Mijarên din
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir jî, Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, hewldanên ji bo pêkanîna kabîneya pêşerojê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, proseya aştiyê li Turkiyê û rewşa Sûriyê û herêmê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.