Şandeke leşkerî ya Sûrî - Rûsî gihişt Başûrê Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Şandeke leşkerî ya hevbeş di navbera Sûriyê û Rûsiya de ji Şamê gihişte Başûrê Sûriyê.
Jêderekê ji Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ji ajansa Sana re da zanîn ku Îro şandeke leşkerî ya Sûrî – Rûsî ji Şamê gihişt Başûrê Sûriyê.
Jêderê got ku şandê gerek li hejmarek xal û bingehên leşkerî li Başûrê Sûriyê encam da ji bo şopandina rewşa wan a meydanî di çarçoveya hevkariya di navbera herdu welatan de.
Hevdemê gihştina şanda leşkerî hêzên Israîlê derbasî gundê Cimlê li Rojavayê Der´ayê bûn.
Li aliyekî din, hêzên ewlehî yên Sûriyê jî li nava bajarê Newa li Rojavayê Derşayê belav bûn.
Duh jî şandeke leşkerî ya Rûsiya li gel Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê li Şamê civiya, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku hevkariya hevbeş di civînê de hate gotûbêjkirin.
Her weha bixwîne: Şandeke leşkerî ya Rûsiya serdana Şamê kir