Sûriyê serdana Netanyahu bo deverên başûr şermezar dike

Sûriyê serdana Netanyahu bo deverên başûr şermezar dike

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Derve ye Sûriyê serdana Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu bo Bşûrê Sûriyê şermezar kir û weke binpêkirin bi nav kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de da zanîn ku serdana nerewa ya Benjamin Netanyahu û Wezîrên Beravniyê û Derve û hejmarek berpirsên din bo Bşûrê Sûriyê bikinpêkirin e ji serweriya wê re.

Daxuyaniyê got ku ev serdan hewleke ji bo sepandina rewşeke dêfakto ku ne li gor biryarên ewlehî ye û dikeve di çarçoveya siyasetên dagîrkirinê.

Wezaretê banga derketina hêzên Israîlê ji xaka Sûriyê kir û diyar kir ku hemû rêkarên Israîlê li Baûrê Sûriyê nerewa ne.

Wezareta Derve ya Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku sînorekî ji kiryarên Israîlê re deyne da ku ji Başûrê Sûriyê vekişe û vegere rêkeftina sala 1974an û got: E wê berevanyê di ber serweriya xwe de bikin ta ku henû xaka xwe vedigerîne.

Desteya Weşanê ya Israîlê îro ragihand ku heryek ji serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Berevaniyê yê Israîlê Israel Katz û berpirsên pilebilind ên Israîlê seredaneke meydanî li Başûrê Sûriyê encam da, û rewşa wê deverê ji nêzîk ve şopand.