Elmanya.. Dadgehkirina 5 tometbarên encamdana tawanên cengê li Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Li Elmanya hejmarek tometbarên encamdana tawanên dijî mirovatiyê û yên cengê li Sûriyê, têne dadgehkirin.
Enwer El-Bunî rêvebirê Navenda Sûrî ya Lêkolînên Yasayî ji Welat TV re got ku duh Çarşemê li bajarê Koblenz yekemîn rûniştinên dadgehkirina 5 tometbarên encamdana tawanên cengê û yên dijî mirovatiyê dest pê kiriye.
Got jî ku ew tometbar bi ser hin rêxistinên Filistînî ve bûn û li Kampa Yermûk a li başûrê Şamê di navbera salên 2012 - 2014an de, tawan encam dane.
Her weha da zanîn ku dadweriya giştî bi hûrgilî tawanên hatî encamdan û rola wan tometbaran di wan tawanan û rola rêxistinên wan di piştgiriya rêjîma Esed de, destnîşan kirine.
Tometbar di Tîrmeha bûrî de hatine girtin. Ji beriya 5 salan ve Navenda Sûrî ya Lêkolînên yasayî kar li ser vê doseyê dike û di rûniştina dadgehkirinê de hejmarek dîdevan û qurbanî amade bûn û kêfxweşiya xwe bi vê yekê diyar kir.