Agir bi daristanên Rojavayê Himsê ket

Agir bi daristanên Rojavayê Himsê ket

Welat TV - Hewlêr

Agir bi daristanên gundewarê Rojavayê Himsê ket û ziyanên mezin hene.

Şeva bûrî agirek bi daristanên nêzîkî bajarokê Şîn li rojavayê Himsê ket û rûbereke berfireh ji darên merxan şewitî.

Lezbûna bayê hişt ku ew agir di demeke kurt de bi awayekî berfireh belav bibe û astengî li pêş piroseya vemirandina agir derxistin.

Ta niha tu zaniyarî derbarê sedemên vêketina agir û qebareya ziyanan nîn in.

6ê Mijdarê jî, agir bi daristanên gundewarê Tertûsê ket û ziyaneke mezin gihand wan.

Agirên ku îsal bi daristanan li Sûriyê ketine ziyaneke mezin gihandine wan û welatiyên deverê û milkên wan.