Netanyahu: Me nehiştiye Turkiyê derbasî Başûr û Rojavayê Sûriyê bibe
Welat TV - Hewlêr
Serokwezîrên Israîlê ragihand ku gelek mercên wan hene ji bo îmzekirina rêkeftineke ewlehî bi Sûriyê re û wan nehiştiye ku Turkiyê derbasî Başûrê û Rojavayê Sûriyê bibe.
Benjamin Netanyahu ev yek di hevdîtinekê de li gel mediyeya Israîlî ragihand û diyar kir ku ew qebûl nakin Sûriyê li ser Israîlê dirust bike.
Derbarê seredana xwe bo Başûrê Sûriyê, Netanyahu got ku wî ew serdan encam da da ku tekez bike tu êrîşên mîna êrîşa 7 Oktoberê ji aliyê Sûriyê ve di pêşerojê de çênebin.
Li gorî Serokwezîrên Israîlê, Til Evîv rijd e li ser parastina Durziyan li Sûriyê û ji vê yekê tu caran venagere.
Her weha Netanyahu eşkere kir ku Israîlê nehişt Turkiyê derbasî Başûr û Rojavayê Sûriyê bibe, û ew ê di siyaseta xwe ya encamdana êrîşan de berdewam bin da ku rê li ber her gefekê li ser Israîlê bigirin.
Her weha bixwîne: Şandeke leşkerî ya Sûrî - Rûsî gihişt Başûrê Sûriyê