Rêbenda Dêr Hafirê rê neda 10 bolman ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê biçin Helebê

Rêbenda Dêr Hafirê rê neda 10 bolman ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê biçin Helebê
Rêbenda Dêr Hafirê rê neda 10 bolman ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê biçin Helebê

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Hikûemta Sûriyê 10 bolmanên xwendevan û nexweşên Kurd ku di xwestin ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê biçin Helebê vegerandin.

Li gorî zanyariyên Welat TV, îro Şemiyê dema ku 10 bolmanên tejî xwendevan û nexweş dixwest ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê biçin Helebê, li rêbenda Dêr Hafirê hatin rawestandin û xwendevan ji bolmanan anîn xwar.

Nêzîkî 150 xwendevanî bi yek bolmanê bo Helebê hatin şandin û yên din jî hatin vegerandin.

Xwendevanekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Welat TV re got ku berpirsê wê rêbendê "Ebû Qusey" rê neda hemû xwendevan derbas bibin û dema ku xelkê nerazîbûn nîşan da "gule bi ser wan de hatin avêtin û neçar bûn ku careke din vegerin".

Ev demeke ji ber şer û aloziyên di navbera HSD û hêzên Hikûmeta Sûriyê de, rê li pêşiya welatiyên sivîl tên girtin.