Çekdarên êlekê êrîşî taxeke Himsê kir

Çekdarên êlekê êrîşî taxeke Himsê kir

Welat TV - Hewlêr

Li taxa Muhacirîn a bajarê Himsê girjî bi sedema êrîşeke çekdarî derketin û hêzên ewlehiya navxwe li taxê belav bûn, hevdemê belavbûna zaniyariyan li ser hebûna kuştî û birîndaran.

Îro 23yê Mijdara 2025an, danê sibehê kesek û hevjîna wî li bajarokê Zêdil ê Başûrê Himsê kuştî hatin dîtin, li gorî jêderan druşmên taifî li cihê kuştina wan hatine nivîsandin.

*"Çekdaran êrîrş taxê kir"

Piştî kuştinê, çekdarên "Êla Benû Xalid" êrîşî taxa Muhacirîn a Elewînişîn li Himsê kir û gule bi awayekî bêserûber berdan her weha derbasî hejmarek mal û dukan bûn û ew têk dan.

Li gorî zaniyariyan, di encama wê êrîşî de hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

*"Em rê li pêş fitneyê digirin"

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku wan hêzên ewlehiyê li bajarokê Zêdil û hejmarek deverên din ên Başûrê bajarê Himsê belav kirin ew jî ji bo gerentîkirina ewlehiyê û girtina rê li pêş fitneyê.