Mustafa Ozçelîk: Em piştgiriya Konfiransa 26ê Nîsanê dikin

Mustafa Ozçelîk: Em piştgiriya Konfiransa 26ê Nîsanê dikin

Welat TV - Hewlêr

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK, semînarek li ser rewş û pêşhateyên her çar perçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn li dar xist.

Semînar li navçeya Qosera Mêrdînê ji aliyê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ve hate pêşkêşkirin.

*Konfiransa 26ê Nîsanê

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Mustafa Ozçelîk got ew piştgiriya Konferansa 26ê Nîsanê ya li Qamişlo dikin, ku di konfiransê de, bername û rêbazeke siyasî ya neteweyî hate diyarkirin û şandeke hevbeş ya Rojavayê Kurdistanê hate hilbijartin.

*Misogerkirina mafên destûrî 

Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistan Mustafa Ozçelîk di semînara xwe de Her weha got, divê mafên federalî, nenavendîbûn di destûreke demokratîk de li Sûriyê werin misogerkirin.

Di semînarê de hejmarek mezin ji hêz û aliyên Kurdistanî di nav de Xwecihiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKS li Rihayê beşdar bûn.