Qedexeya çûnûhatinê li Himsê hat ragihandin
Welat TV - Hewlêr
Qedexeya çûnûhatinê li taxên başûr ên bajarê Himsê hat ragihandin.
Hêzên ewlehî yên hikûmeta veguhêz a Sûriyê qedexeya çûnûhatinê li taxên başûr ên Himsê ragihand.
Li aliyekî din Rêveberiya Perwerdeyê li Himsê sibe weke bênvedan li hemû dibistanên bajêr ragihand.
Ev rêkar tên piştî ku çekdarên Êla Benû Xalid êrîşî taxa Muhacrîn a Elewînişîn li Himsê kir û gule bi awayekî bêserûber berdan û derbasî hejmarek mal û dukan bûn û ew têk dan.
Li gorî zaniyariyan, di encama wê êrîşî de hejmarek kes hatine kuştin û birîndar jî hene.
Jêderên xwecihî diyar kir ku êrîşa li ser taxa Muhacirîn ji ber kuştina kesekî û hevjîna wî li bajarokê Zêdil yê başûrê Himsê û nivîsandina diruşmên taîfî li cihê kuştina wan e.