Heleb.. Ciwanekî Kurd wenda bûye û malbata wî bang li aliyên berpirs dike

Heleb.. Ciwanekî Kurd wenda bûye û malbata wî bang li aliyên berpirs dike

Welat TV - Hewlêr

Ciwanekî Kurd li Helebê ji 3 rojan ve wenda bûye, malbata wî tu agahiyekê li ser nizane û banga diyarkirina çarenivîsa wî dike.

Ciwanê bi navê Mustefa Mihemed Zekî Bekir ji roja Înê, 21ê Mijdara 2025an ve ji mal derketiye û venegeriyaye mal.

*Bav hûrgiliyan parve dike 

Mihemed Zekî bavê Mustefa Zekî ji Welat TV re got: Roja Înê Mustefa ji mal derket û berê wî li mizgeftê bû û got piştî mizgeftê berê xwe dide cem hevalekî xwe lê ji wê demê ve û heta niha têkilî û peywendî pê re hatine birîn.

Mihemed Zekî da zanîn, ew li taxa Zehra ya Helebê niştecî ne, û kurê wî xwendevanê sala yekê kolêja endezyariya pîşesaziyê ya zanîngeha Helebê ye.

*Banga malbatê

Mihemed Zekî di rêya Welat TV re bang li aliyên berpirs û peywendîdar ên li Helebê kir ku çarenivîsa kurê wî diyar bikin.

Mustefa Mihemed Zekî Bekir 19 salî ye û ji şêniyên gundê Xalîlaka yê navçeya Bilbilê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, û ji nişteciyê bajarê Helebê ye.