Dawîn pêşhateyên bûyerên Himsê.. UN: Divê sivîl werin parastin
Welat TV - Hewlêr
Piştî bûyerên duh li Himsê, qedexeya derketina derve li bajêr hat dirêj kirin û Netewên Yekbûyî jî ragihand ku ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Rêveberiya Ewlehiya Navxweyî li Himsê ragihand ku wan qedexeya derketina derve li hejmareke taxên bajêr heta 5ê êvarê dirêj kiriye.
Li gorî biryarê ew qedexe taxên başûrê Himsê û hejmarek gund û bajarokên başûrê Himsê li xwe digre.
*Hejmara qurbaniyan
Rêveberiya Tendurustiya Himsê ragihand ku nexweşxaneyan pêşwazî li 2 term û 18 birîndaran kiriye.
Diyar kir jî ku "rewşa piraniya birîndaran baş e, tenê birînên birîndarekî giran in".
*Helwêsta UN
Cîgira şandiyê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Necat Ruşdî li ser pilatforma Xê derbarê bûyerên li Himsê nivîsand got ku ew pêşhateya ji nêzîk ve dişopîn in, di nav de raportên behsa êrîşên li ser sivîlan dikin
Rûşdî got da zanîn ku ew hewlên Hikûmetê ji bo çareserkirina rewşê jî dişoînin û divê aramî vegere û sivîl werin parastin û yasa serwer be û encamderên tawanan werin sizadan.
.@rochdi_najat وأشدّد على الحاجة الملحّة لإعادة الهدوء ، وضمان حماية المدنيين، واحترام سيادة القانون ، ومحاسبة مرتكبي أعمال العنف
— UN Special Envoy for Syria (@UNEnvoySyria) November 23, 2025
Duh termê 2 hevjînan ji êla Benû Xalid ya sunî di mala wan de li bajarokê Zêdil yê başûrê Himsê hatin dîtin û li ser dîwarê mala wan gotinên taîfî hatibûn nivîsandin, piştre çekdarên wê êlê ku ew hevjîn jê bûn, êrîşî taxên elewînişîn yên Himsê kir û tevlîhevî çêkirin.