Erdogan: Em ê bi rêkarên pêwîst rabin li dijî gefên li ser ewlehiya Turkiyê

Erdogan: Em ê bi rêkarên pêwîst rabin li dijî gefên li ser ewlehiya Turkiyê

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku ew ê bi rêkarên pêwîst rabin li dijî her gefekê li ser ewlehiya Turkiyê.

Erdogan ev yek ji rojnamevanan re ragihand dena vegera wî ji lûtkeya grûpa 20 welat li Başûrê Ifrîqayê û diyar kir ku ew piştevaniya yekîtiya Sûriyê dikin.

Receb Teyib Erdogan got jî ku ew naxwazin tu gef li ser ewlehya wê ya niştîmanî hebe lê eger ew gef hebe ew ê bi rêkarên pêwîst rabin.

Li gorî Erdogan, her gaveke Israîlê li deverê neyasayî ye û sedema têkdana seqmgîriyê ye, lê pêngavên Turkiyê di çarçoveya stratejîka wê de ne û dê berdewam bin.

Erdogan ev yek weke bersiv li ser pirsa rojnamevanan derbarê daxuyaniyên Serokwezîrên Israîlê de ku tê de gotibû: Wan nehiştiye Turkiyê derbasî Sûriyê bibe.

Her weha bixwîne: Netanyahu: Me nehiştiye Turkiyê derbasî Başûr û Rojavayê Sûriyê bibe