Serok Barzanî û Dr. Iyad Elawî civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Dr. Iyad Elawî civiyan, proseya siyasî, guhertin û pêşhateyên dawiyê gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî ragihand, Roja Duşemê, 24ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Dr. Iyad Elawî, Serokê Tevgera Wîfaqa Niştîmanî ya Iraqê û şandeke pê re kir.
Mijarên ku hatine gotûbêjkirin
Baregehê da zanîn, "Di hevdîtinê de, pêvajoya siyasî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên deverê bi giştî, encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, qonaxa piştî hilbijartinê û gotûbêjên aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneyeke nû ya Hikûmeta Federal, hatin gotûbêjkirin".