Şerûpevçûn li Siwêdayê derketin, kuştî û birîndar hene
Welat TV - Hewlêr
Şerûpevçûn li li gundewarê bakurê parêzgeha Siwêdayê derketin û kuştî û birîndar hene.
Jêderên xwecihî da zanîn ku di êrîşa dronekê de, li bereya Silîm - Etîl li bakurê Siwêdayê, welatiyekî canê xwe ji dest daye û 5 birîndar bûne.
Li gorî jêderan, ew kes sivîl bûn û dron ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê ve hatibûn şandin.
Ragihandina nêzîkî hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku di êrîşeke grûpên çekdar de li gundewarê Siwêdayê endamekî ewlehiya giştî hate kuştin û 2 birîndar bûn.
Her dem û demekê agirbest li Siwêdayê tê binpêkirin û êrîş li bakur û rojavayê parêzgehê derdikevin.
Her weha bixwîne: Bekûr: Nûçeyên derbasbûna hêzên hikûmeta Sûriyê bo Siwêdayê dûr ji rastiyê ne