Agirek bi çiyayekî Efrînê ket û bi dehan darên merxan şewitandin
Welat TV - Hewlêr
Duh 24ê Mijdara 2025an, bi şevê agir bi çiyayê Mamed li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket.
Çiyayê Mamed di navbera gundên Sînka û Baflûnê de ye bi ser navçeya Şera ve ye. Agir demjimêr 9ê şevê vêket û îro danê nîvro hat vemirandin.
Jêderekê ji Efrînê ji Welat TV re got: Agir ji aliyê Tîmên Berevaniya Sivîl a Ezazê ve hat vemirandin, ji ber ku bajarê Ezazê ji wan gundan ji bajarê Efrînê nêzîktir e, ji ber wê yekê şêniyên gund ew tîm agahdar kiribûn.
Li gorî jêderê, di encamê wê şewatê de, ji 100 – 150 darên merxan şewîtin.
►Her weha bixwîne.. Agirekî mezin bi çiyayên Efrînê ketiye: "Agir ji 4 demjimêran ve vêketî ye"