"Asayîş": Hêzên Berevaniya Sûriyê êrîşî xaleke me li Şêx Meqsûd kir

"Asayîş": Hêzên Berevaniya Sûriyê êrîşî xaleke me li Şêx Meqsûd kir

Welat TV - Hewlêr

Asayîşa "Rêveberiya Xweser" ragihand ku endamekî wê di êrîşa hêzên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê de birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyekê ji "Asayîşê" droneke bi ser hêzên Wezareta Berevaniyê ve şeva bûrî êrîşî xaleke wê li devera Şiqeyif ya Şêx Meqsûd li Helebê kir û di encamê de endamekî wê birîndar bû.

Berya wê jî, di daxuyaniyeke "Asayîşê" de hatibû ku hêzên bi ser Hikûmeta Sûriyê ve êrîşî xaleke wê li derdora Şêx Meqsûd kir û wan jî bersiv da.

6ê meha bûrî girjî di navbera hêzên HSDê, yên ku li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê dimînin û hêzên Hikûmeta Sûriyê de derketin, herdu tax ji aliyê hêzên Hikûmetê ve hatin dorpêçkirin û rêyên wê hatin girtin. Piştre jî rê careke din hatin vekirin û rêbend li ser çend qonaxan hatin rakirin.