Navxweya Sûriyê rêkarên nû derbarê dana pasportan derxistin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Sûriyê biryarek derbarê dana pasportê bo dema 2 sal û nîvan derxist.
Rêveberiya Koçber û Pasportan a ser bi Wezareta navxwe ve rêkarên nû derbarê dayîna pasportan bo welatiyên Sûriyê yên li derve dimînin, bi rêya kesûkaran her weha hin beşên din, derxistin.
Li gorî giştnameyekê ji wê rêveberiyê, welatiyên ku bi rêyên ne rewa ji Sûriyê derketine, û yên rêkar di dermafên wan de di sala 2025an de ji aliyê Wezaretên Navxwe, Berevanî û Dadê ve derketine "Pasporta 2 sal û nîvan bo wan tê dayîn".
Piştî hilweşandina rêjîma Esed, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dema pasportan bo tevaya Welatiyan kiribû 6 sal.