Moxtarê gundekî Efrînê bi guleyên çekdaran birîndar bû
Welat TV - Hewlêr
Duh 26ê Mijdara 2025an, hejmarek ji welatiyên Efrînê rastî berdana guleyan hatin di encamê de moxtarê gundekî birîndar bû.
Jêderekê ji gund ji Welat TV re got, Ew welatî nobedariya berhema zeytûnên xwe li gundê Sariya dikir, lê grûpeke çekdar a dizan gule berdan di encamê de moxtarê gund birîndar bû, û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
*ENKS serdan dike
Îro xwecihiya Efrînê ya ENKS serdana moxtarê gund Beşîr Hemîd Mihemed li nexweşxaneyê kir.
Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen ji Welat TV re got ku îro me serdan wî li nexweşxaneyê kir û em li rewşa wî pirsîn.
*Divê diyardeyên çekdarî nemînin
Ehmed Hesen da zanîn ku divê sînorek ji diyardeyên çekdarî re were danîn da ku welatî di ewlehî û aramiyê de bijîn.