9 term di goreke bikom de li Himsê hatin dîtin
Welat TV - Hewlêr
9 term di goreke bikom de li Himsê hatin dîtin û nasnameya wan hîn nehatiye naskirin.
Berevaniya Sivîl a Sûrî da zanîn ku tîmên wê termên 9 kesan di goreke bikom de li taxa Kerim Zeytûn de li Himsê dîtine.
Berevaniyê diyar kir ku hîn nasnameya wan qurbaniyan nehatiye naskirin û yek ji wan jin e.
Beriya du rojan jî, 4 gorên bikom li Himsê hatin dîtin, di wan goran de bi dehan term hebûn.
Piştî hilweşîna Rêjîma Esed bi dehan gorên bikom li Sûriyê hatin dîtin tê de bi sedan term hebûn, lê hîn çarenivîsa bi hezaran girtiyên wê serdemê ne diyar e.
Her weha bixwîne: Hims.. Termên 11 kesan di goreke bikom de hatin dîtin