Banga yekîtiya Sûriyê dikin.. Bi hezaran kes li ser banga El-Şeri´ li qadan kom bûn
Welat TV - Hewlêr
Bi hezaran welatî li hejmarek bajarê Sûriyê kom bûn û banga yekîtiya Sûriyê dikin.
Îro bi bûneya salvegera yekê ya "Şerê Redi' El-Idwan", bi hezaran kes li qadên sereke li deverên di bin kontirola hikûmeta Sûriyê de kom bûn, diruşmên sereke li wan kombûnan banga yekîtiya Sûriyê dikin û êrîşên Israîlê red dikin.
Li qadeke bajarê Şamê, di kombûnekê de hin welatiyan ala Israîlê jî şewitand.
Ev çalakî tên piştî ku Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' bang li tevaya pêkhateyên Sûriyê kir ku li qad û meydanan "hevgirtina niştîmanî" diyar bikin.
Di 27ê Mijdara sala 2024an grûpên çekdar bi serkirdayetiya "Desteya Tehrîr El-Şem" dest bi "Şerê Redi' El-Idwan" kir, û di 8ê Berçileya heman salê de bi hilweşandina Rêjîma Esed bi dawî bû.
Her weha bixwîne: Kuştî û birîndar di operasyoneke Israîlê de li Başûrê Sûriyê